babetî9
basî be’zê sîretî gewrey ḧezret ﷺ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
2 minutes
795 views
heta nef’î bê mew’îze û îřşad
qet meylî nebû be zecrî ’îbad
zatê «reḧْmeةً lîlْ’alemînArabic» bê
çon ebê beşer lew na’emîn bê
zor le qebîle û komełî ’ereb
her be mew’îze geyîn be edeb
feqet ke çaryan nekira be îřşad
dujmin destyan kird be şeř û fesad
naçar bo neşrî îslam û îman
îznî şeř dira legeł kafran
leber şuca’et le katî neberd
hergîz le dujmin piştî heł nekird
çûn be řoḧ û gyan bo dîn nasir bû
le no ḧerbeda xoyşî ḧazir bû
bedir û uḧud û «mirîsî’Arabic», xendeq
«qirîze» û xeybir řast û muḧeqqeq
le fetḧî mekke û ḧuneyn û «ta’ifArabic»
feqet bizane ey biray ’arf
her be te’îydî qezay semawî
mekke bebê şeř řoyîne nawî
wa ebê bo dîn te’îyd û nusret
gişt emane bûn de sałey hîcret
ew biřî řiştey fesadî bitan
bew fewta îfsad le bit peristan
bew şika hêzî kubbarî ’ereb
damezra payey zanîn û edeb
newandî piştî bedxiwahanî dînday
mezran berdî binaẍey yeqîn
terbîyetî kird şarî û ladêyî
dewar nişînî wişkî bedewî
be hoş û kemał gişt bûn be însan
bûn be merkezî da’îrey îḧsan
***
xwa emrî kird be pêẍemberan
eger bîbînin pêy bênin îman
egîna biłên be hemû ummet
ḧazir bin lebo tesdîqî ḧezret
boye nîşaney ew şahe gewre
le ’ihûda bû dewre be dewre