le diłda ateşî ’îşqit biłêsey mîslî tendûre

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  3241 views
le diłda ateşî ’îşqit biłêsey mîslî tendûre
şetî eşkim nebê manî’, desûtêm debme koy nûre
be narî ’îşq û awî dił, cesed wek ḧezretî mûsa
terîqî: beḧrî fîr’ewn û, řefîqî: ateşî tûre
deçê bo lay řeqîb, xoşe, welê ew daẍe kuştûmî
lekin ew çende mecbûre, le lay min çende meẍrûre!
peyamit hat û peykit řoy, xeyałim nard û neygeyyê
řesûlim kewte řê, girtî, hênay wek agire sûre
ke dîtim şekłî sed řengî, gutim: babayî ’eyyare
ke bîstim lefzî bêdengî, gutim: şeypûrî şapûre
gutim: řastî seba hełse! gutî: meşreb muxalîfye
gutim: narê, gutî: baye, gutim: ewcê, gutî dûre
gutim: qurbanî to min bim, gutî: qurbanî to seg bê
gutim: şîşey diłim natwê? gutî: boçîme? meksûre
xerabatî diłî nalîPen name mefermû: xałîye, nayem!
be mergî to qesem, çawim! be zîkirit beytî me’mûre...