babetî5

tefsîlî sîfatî
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 3 minutes  626 views
ḧeyat wesfêke menşe’î ’îlme
mayey îradey xuday be ḧîlme
be bunye û mezac îḧtyacî nîye
le qyas leser ême berîye
herweha baqî sîfetanî zat
qyas nakirên leser maddyat
bełam nimûney sîfatî zate
ew sîfetane ke to lelate
***
’îlim wesfêke bew ebê me’lûm
herçî bête dił mewcûd û me’dûm
dagre lebo hemû meratib
le musteḧîl û mumkîn û wacb
’îlmî be ḧałî baqîye û sabit
herçen egořê ’elaqey bo şit
be şwênî ’îlma îradey xuda
cya ekatewe yekê le dûla
înca qudretîş baş řûy tê eka
bepêy îrade îcadî eka
qudret îş eka le mumkînata
nek le wacb û mumtenî’ata
***
sem’ û beserîş bîstin û bînîn
weha layq bê bo xway ’alemîn
dengî pêy mêr û zeřře le naw çał
dyarin lay xuday xawenî kemał
be wêney nałey nał le zibrana
ya giłopî berq le naw şaran
***
kelam le ’urfî ’ulemay qudsî
îstî’mal ekirê bo lefzî û nefsî
kelamî lefzî lefzêke weha
îfade bika meqsûd û me’na
kelamî nefsî sîfetêke wa
mebde’ bê le bo elfaz û me’na
kelamî lefzî zîddî sikûte
sikûtî zahîr ke lat mezbûte
kelamî nefsî zîdde bo sikût
yanê sikûtî batînî mezbût
wêney emanet lê me’lûm bikem
yekê le diła xamoşe û ebkem
yekê mefhûm û me’nay be coşe
ke çî zimanî lał û xamoşe
kelamî nefsî îzafey bo ḧeq
yanê sîfete bo ferdî mutłeq
berî le lehce û eswat û ḧerfe
berî le wez’î luẍet û ’urfe
sîfetî xase û qedîm û zatî
besîte wekû baqî sîfatî
***
kelamî lefzî exwênrêtewe hem leber ekirê û enûsrêtewe
be ’îbrî ebê û hem be seryanî
hem be ’erebî û lefzî qeḧtanî
îzafe eme me’nakey waye
ke her be xelqî zatî xudaye
hemû le lewḧa sebit kirawin
bo katî tenzîl tertîb dirawin
ke meylî kirduwe bo weḧî û tenzîl
be îlqay řoḧî dawye be cîbrîl
bem î’tîbare kesretî heye
em ’erebîye û ewe ’îbrîye
be’zê «fesîḧArabic»e û be’zêkî «afseḧArabic»
be’zê «wazîḧArabic»e û be’zêkî «awzeḧArabic»
be’zê mu’cîze bo cînin û însan
wekû ayatî bêwêney qur’an