babetî2

sîfatî selbîye
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  586 views
usûłî selbî pêncin muḧeqqeq
«qidimArabic» û «biqaArabic» û «wiḧditArabic»y mutłeq
«astiẍna»y mutłeq le gişt masîwa
na mumasîlî bo hemû eşya
qîdem neybuwe ’edemî sabîq
beqa boy nabê ’edemî laḧîq
weḧdet yanê ew bê te’eddude
le şîrket bo ẍeyr baş muceřřede
her ew xalîqe le bo mexlûqat
çi le zewat bin yaxud le sîfat
her ew wacbe û baqî mewcûdat
be îcadî ew wer egirin subat
her ew bo ’alem eşê be me’bûd
her bo ew eşê îta’e û sicûd
bê îḧtyace le masîway xoy
masîwa hemûy musexxere boy
naşubhê be hîç, herçî bête dił
xuda wa nîye ey biray ’aqił
ne wekû madde û ne wekû sîfat
ne be serya dê ’îllet û afat
cîhet û cêga bo zatî nîye
zatî le wext û zeman berîye