babetî4

aya îman tefawit eka be neqis û zyad, yane?
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  624 views
eger kirdewe cuz’î îmane
tefawet lewa tewaw ’eyane
eger îqrar û tesdîqe îman
yaher tesdîqe wekû zû witman
tewfawit naka be neqis û zyad
yek mertebeye bo hemû ’îbad
çûn leser ewweł îman bê îqrar
qet nayete cê û nakirê î’tîbar
tesdîqîş řaste ’îlmêke cazim
zyad û kem naka be ’eqłî ḧazim
feqet ’ulemay serdestey efkar
xîlafî eme eken î’tîbar
çunkî her tesdîq be çen derecat
tefawet eka bot ekem îsbat
be «’ilim alîqînArabic», be «’în alîqînArabic»
be «ḧiqّ alîqînArabic» lebo siddîqîn
ca nexwazeła teqlîdê eger
wehay dabnên başe û mu’teber
çen payey heye bo quwey tesdîq
wîcdan pêt ełê waye be teḧqîq
nextê têfîkire le eḧwałî xot
le ḧałî neqis û le kemałî xot
carê le ’erşe îman be berzî
carcar le nizmî îman elerzî
axir îmanî zumřey eşqya
nagate payey desey etqya
çi cayê payey enbyay kîřam
biřjête seryan selat û selam
be weqrî sedrî siddîqî welî
be «kişif aliẍtaArabic»y ḧezretî ’elî
perde la’eçê leser sîne û dił
bo to ḧel ebê hezaran muşkił