babetî8

kefaretî nwêj û řojû bo mirdû
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  620 views
mirdû bo řojû eger qerzar bê
zû çarî biken nek guriftar bê
řojûy bo bigrê xizim û xwêşî xoy
ya biłên be yekê řojû bigrê boy
ya bo her řojê muddê le te’am
bida be damaw le batî syam
bo nwêjî fewtaw biray be edeb
’îlacî nîye be esłî mezheb
bełam be qewłî qedîmî îmam
qezay ca’îze bewêney syam
«qifal» neqił eka le biřê esḧab
lebo her nwêjê muddê be ḧîsab
wechêkîş heye muxtare lela
gelê esḧabî şafî’î wala
welî kefaret bida be ît’am
lebo nwêjekey bewêney syam
teqlîdyan ekirê bo nwêj û řojû
kefaret edrê gelê zû be zû
eger tałbî bo asanî kar
qîmetî te’am bidey be hejar
teqlîdî ře’îy ḧenefîyekan
em îşe sextet bo eka asan