mestûre ke ḧesna û edîbe be ḧîsabê

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 5 minutes  8671 views
mestûreNamed-Entity ke ḧesna û edîbe be ḧîsabê
hate xewm emşew be çi nazêk û ’îtabê!
hatûm, witî, ’uqdem heye, qet mumkîne wa bê?
hî tom egerem mes’ele ḧel key be cewabê
her mes’ele bîkirê ke be to şerḧî kirabê
mumkîn nîye kes dexłî bika çîn û xeta bê
ayîne be mayîne debê řeng numa bê
mestûreNamed-Entity bemestûre debê muhreguşa bê
nuktêkî zerîfe be nesîbî zurefa bê
te’rîfî dekem, bełkû le bo derd şîfa bê
em sîřře çîye mîslî suha bê, neswabê?!
duřřê ke wekû duřřî sema bê, nesma bê?!
dukkanî tuḧef, kanî ḧeya, kanî beqa bê
qubbey le qîbabî nuqeba bê, nequpabê
wek xeyme be perdêkî dû estûne be pa bê
ser tîlekî nextê be nezaket qiłeşabê
wek hîmetî sofî ke lenêw xełwe xizabê
mestûr û ’ezîzî şeref û řîf’et û ca bê
ya komłe zîwî buxela dûr le sexa bê
muẍleq be bexîlî, be mesel miştî mela bê
kasêkî bilûrînî nixûnî le serabê
nextêkî leber mewcî letafet qiłeşabê
yaxo pełe befrêkî ke esłen neşkabê
qendîlî munîr û guzerî ab û hewa bê
kam ab û hewa? mu’tedîlî neş’unuma bê
ye’nî le weset kanîye germêkî tê zabê
lew kanîyeda çûzere řêwasê řuwabê
bew çûzere řêwase kemêkî qiłeşabê
ya qesrî mu’ella ke le awêne kirabê
ya ẍunçeyî neşgufte ke awî nedrabê?!
ya gumbedî nezhetgehî nêw baẍçesera bê
elwanî gułamêz û şekerbêzî tya bê?!
ya qursî nimek herwekû meřmeř be zya bê
cêy qetreye awêkî lenêwda qiłeşabê?!
ya girdekî girdêkî ke şîrîn hełî dabê
girdî nimekîn, ye’nî gyay lê neřuwabê
damênî be enwa’î guł û mił xemłabê
gencêkî têda bê ke tîlesmî neşkabê
ḧuqqêkî zeřî safî leser banî nirabê
nextêkî be sed sen’etî manîNamed-Entity qiłeşabî?!
ya ře’sî yetîmêkî ke bê berg û newa bê
ẍełtan û serasîme: ne dakêk û ne babê
fêsêkî sipî û tundî le kelley kelî nabê
hêştaku le ḧeq cêgeyî xasî nedřabê
çespîde û xiř herwekû ber qałbî dabê
nextêkî leber tundî û siftî qiłeşabî?!
durcêkî mucewher ke hemû ḧusin û beha bê
duřřêkî munewwer ke hemû awî sefa bê
beyzêkî şuturmurẍî ke wa taze kirabê
wek beyzeyî beyza be zya û be sena bê
xirçêkî mudewwer, be ’esel awî dirabê
nextêkî leber ḧusin û ḧelawet qiłeşabê?!
yaxud wekû xoy şahîde, ba wesfî weha bê:
sîmîn memkêkî heke taze hełî dabê
ya taze henarêkî kenarî gułî mabê
bê dirz û qiłîş mîslî şemamêkî teła bê
bo tecrebe ta lezzetî şîrînî eda bê
nextêkî wekû dîdeyî derzî qiłeşabê?!
yaxo, mesela, mîslî ne wa bêt û newa bê
meşhûr û xefî herwekû ’enqa û wefa bê
saḧêb zeř û zîwê ke firîbî ’uqela bê
îksîrî tełay eḧmerî çend qetre le la bê
de’way umera çende leser textî kirabê
çend xwên ke řijabêt û çi xwênî neřjabê
kê bê le cîhanda çi geda bêt û çi şa bê
terkêkî weha nask û piř lezzetî gabê?!
***
dêwane ke zanî ke debê ’uqdeguşa bê
hesta û gutî: eşkî řewanim be fîda bê!
em saḧêbî teşrîḧe debê hey’etî ça bê
hem şarîḧ û hem carîḧ û mûzîḧe guşa bê
bo tund û řeqî metnî metînî ḧukema bê
tedqîqî emîş sîřře debê xufye eda bê
nerim û xoş û muntîc wekû bestî udeba bê
tûlanî û berceste wekû destî du’a bê
şew na’îm û qa’îm, ’elemî babî řeza bê
bê dîde hełsitê be mesel ’eynî ’esa bê
meczûbî turuq, murte’îşî lerziş û ta bê
salîk řewşî meslekî řêgey suleḧa bê
ferqêkî hebê: daxłî mîḧrabî řeca bê
çawêkî hebê: ẍerqeyî firmêskî buka bê
řêy ḧurmet û bêḧurmetî hergîz nekutabê
çend awî řijabêt û, çi awî neřjabê
lem řêge serîşî ke biçê, ye’nî kujabê
gerdin keçê berpête, qedem řenceke, sa bê
ta germiřewî řêgeyî zułmatî beqa bê
ma’ alxezirArabict qetre leser qetre fîda bê
kê bê wekû to bem şewe řeḧmî be mina bê!
meczûbe sîfet, ye’nî sîley řeḧmî têda bê!
hem cazîbe û qabîleyî exiz û ’eta bê!
mestûre û mexfî, şebehî badî seba bê!
mestane hełsitêt û be kwêrî řuqeba bê
em babzene germ û teřî ka be kebabê
***
nalîPen name! were hezlêkî ke ’arî şu’era bê
řûřeş meke pêy sefḧeyî her lewḧ û kîtabê
teḧrîrî xeyał û xew eger bête ḧîsabê,
derwêş û geda, şah û debê şah, geda bê
wa çake xeyał û xewt esrarî huda bê
nek beḧsî surûr û ’elem û badî hewa bê...