babetî9

zekatî bizin û meř
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  608 views
her new’êkit bû le bizin û le meř
serêkî edrê ke bû be çil ser
eger bizinit da ferze dû sałê
eger xo meř bû başe yek sałê
sed û bîst û yek ḧeqî dwane
bo dûsed û yek wacb syane
le çwarsed sera wacb çware
ewca bo sed ser serê qerare
bo zekat naşê ’eybidar û nexoş
berx û karjele, ey biray be hoş
meger nîsabî le sałabmirê
ca le beçkekan zekatyan edrê
mesel ke çil ser karyan lê bibê
le ’eynî sała daykyan bimrê
lem çil beçkeda beçkeyê edrê
sałî daykîşyan bo ḧîsab ekirê
ya çil kar bikřê û sał besera bê
her lew beçkane zekatyan edrê
çwarsed ser bizin le sała bizê
çwar bizin û çwar kar bo zekat edrê