babetî2

şertî zekat dan be feqîr û mîskîn
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  669 views
bem şerte zekat bemane edrê
kesyan nefeqey şer’î wernegrê
le bab ya ewlad ya jin le şûy xoy
ya ew nefeqey kafî nebê boy
înca bo kasb ewney pê edrê
bikirê be maye û kesbî pê bikirê
bo ẍeyre kasb ewene edrê
bijî be ’adet, hetakû emrê
nabê be manî’ mesken û lîbas
espî swarî û ḧacet û esas
ya xak û baxê ke warîdatî
kîfayet neka bo nefeqatî
yaxud kitêbî tedrîsî ustad
ya bo tya xwêndin, ya we’iz û îřşad
hem manî’ nîye kesb nekirdin
çi leber tedrîs çi leber xondin
nek bo manewey le xełwexane
ya be newafîl tey ka zemane
3. qerzar
sêhem qerzare pêy edrê zekat
leser destûrê derîxem lelat
eger qerzare bo def’î fesad
ya bo îsłaḧî mabeynî ’îbad
pêy edrê zekat ba dewłemen bê
ba next û cînsî be ḧuqe û men bê
eger qerzare bo nanî mîwan
ya bînay mizgewt ya bo pird û xan
ya mesłeḧetî ’ammey îslamî
qerzî edrêto gişt be temamî
madam be pare dewłemen nebê
îtir ba mał û emlakî hebê
eger qerzare bo mesrefî xoy
madam ew serfe ḧełał bwê boy
ya ḧeram bûbê emma be řasî
tobey kirdibê bo xuda nasî
pêy edrê zekat eger xoy neybê
ewne qerzekey bika cêbecê
herwa zamnî qerzarî hejar
nek yekê bimrê bê mał û qerzar
4. seferî
çwarem saḧêbî seferî ḧełał
wekû seferî teḧsîlî kemał
ya sîley řeḧmî bira û xizim û xwêş
ya bo bînînî dostî dił řakêş
ḧetta seferî tebdîlî hewa
ke lebo nexoş ebê be dewa
nekû seferî însanî ḧeyran
bê sûd bigeřê le dê ya şaran