babetî45

basî kurt kirdinewey çwar řikatî be dû řikat
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  527 views
nwêjî nîweřo û ’esir û xewtinan
kurt ekirênewe le seferekan
katê şirûtî cêbecê bibê
yekem mesafe dû menził řê bê
dûhem ḧełał bê biřînî ew řê
sêhem bizane ke bo kwê eçê
çwarem emeye îqtîda neka
be her îmamê nwêj tewaw eka
pêncem nyetî qesrî bête dił
legeł tekbîra ey biray faził
şeşem zanînî adabî qesre
ḧewtem dewamî wez’î sefere
îbtîday sefer ey biray gyanî
wextê ke derçî le awedanî
eger gwê neda be qesrî selat
ta dûr kewtewe řêgey çen se’at
dû menził řêgay eger bo mawe
qesrî bo ekirê lew cê bewlawe
***
katê geyştî be ’eynî meram
qesirit bo heye ey biray be fam
eger manewey çwar řojî tewaw
le diłta nebê ey biray xoş naw
bełkû eger to wehat hate dił
be kemtir le çwar ḧel ebê muşkił
ke çî bot nekira be qeza û qeder
toş her le fîkiray ke biřoyte der
heta hejde řoj leser em ḧałe
şer’en qesrî nwêj bo to ḧełałe
***
emma bot nabê qesrî nwêj eger
manewey çwar řoj bênîte nezer
hem be qerarî nyetî řicû’
qesrî nwêjeket lê ebê memnû’
ke geřaytewe eger hate cê
şirûtî pêşû qesirit bo ekirê
ta ’eynî şwênî îbtiday sefer
weha le şer’a buwe muqeřřer