babetî42

sunnetekanî cum’e
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  565 views
sunnete lebo tałbî cum’e
leber řezay ḧeq nek řya û sum’e
xoy bişorêt û nînokî bikat
mûy ber simêł û sunnetî labat
bikate berî cilêkî xawên
sipî bê çake le ser ta dawên
xoy bon xoş bika beyanî biřwa
dem be zîkirewe be şerim û ḧeya
nizîkî xetîb be dił gwê bigrê
eger dûrîş bû bixiwênê zîkirê
le şew û řojî cum’e munewwer
siławat zor bida leser pêẍember
xwêndinî «alkihifArabic» eyzen sunnete
mayey řizgarî fîtne û zeḧmete
du’a le řoja zor mustecabe
be xusûs du’ay sa’ey îcabe
ke xetîb danîşt le serî mînber
ta herdû xutbe egene ewser