babetî9

ew şitaney desniwêj eşkênin
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  701 views
desniwêj eşkênê şitê bête der
ba kem hełkewê le dwa ya leber
hem le yekdanî pêstî jin û pyaw
nek dan û nînok, mû ya nawî çaw
meger yekêkyan biçûk bê be sał
arezû nekirê bo «selîm alḧalArabic»
yaxud meḧrem bin be neseb ya şîr
ya be jin xwazî wêney bo teswîr
kiç û dayk û xuşk, xuşkeza û pûre
le xizmanî jin xesû û xezûre
desniwêj eşkênê şêtî û bêhoşî
ḧałetî mestî, ye’nî serxoşî
nûstinî herkes meger be temkîn
neyê be serya şitî naşîrîn
mes û des lêdan her be berî des
lebo ’eybî xot ya ’eybî herkes
eger sînfêkin tenha des lêder
we îlla herdû ebînin zerer
meger meḧrem bin lewîş des lêder
desniwêjî eşkê û ega be xeter