babetî74

basî cênşînekanî ḧezret ﷺ
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  681 views
bêne ser seyrî her pênc xulefa
xawenî ’edił û îḧsan û wefa
e’la û efzełyan řefêqî şefîq
xelîfey ewweł «bûbekir»y siddîq
nawî «’ibdalilّhArabic» û bawkî ’usmane
nawî bapîrey ’amîr bizane
daykî «amّ alxeyrArabic» selmay kiçî sexir
kuřî ’amîrî saḧêb ’îziz û fexir
le şeşem cedda meřřey be ḧurmet
řiştey em zate egat be ḧezret
bê şeř û aşûb, be îcma’î ’am
bû be xelîfey seyîdî enam
her řojî ewweł xelîfey zana
xutbeyekî xwênd be meẍiz û me’na
fermûy be yaran îmřo min walîm
leser ře’î ’am saḧêb te’alîm
emin xom le kes çatir nazanim
çunkî nazanim çone payanim
her teqway xuda mayey şerefe
herkes etqa bê ewe eşrefe
nadan kesêke ’eqłî kota bê
bê kirdewey çak ’umrî fena bê
ferman berdarim bo ḧukmî sunnet
dûr û bêzarim le řêgay bîd’et
eger çakem kird bibin be yarim
yarmetîm biden bo îş û karim
katê řêm win kird dexîl sed dexîl
řêm pê nîşan den be wêney delîl
padşayanî zemanî qedîm
xawenî text û baregay ’ezîm
derçûn le qesir û le qebra řizan
êstakeş dîlî da’îrey cezan
xwa mał û serwet esênêtewe
her kirdewey çak emênêtewe
înca hate xwar le berzî mînber
cênşînekey řesûlî řehber
řojî dûhemîn be şêwey tuccar
esbabî hełgirt řoyşit bo bazar
’umerî faroq le řê pêy geyşit
lepaş lê pirsîn ḧałî têgeyşit
eyewê biřwa lebo tîcaret
leber nefeqey ’a’île û ’eşret
’umer ’erzî kird wez’î xelafet
nakewête yek legeł kesabet
ca boyan dana leser «bît almalArabic»
her řojê meřê bo xercî ’eyal
leser em nehce be sîdiq û sefa
bû be cêdarî ḧukmî mustefa