babetî52

basî ḧeremanî be îḧtîramî
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 3 minutes  649 views
ba bikeyn basî ḧeremekanî
saḧêbî qedir û ḧurmet û şanî
ta «xedîce» ma ḧezretî xoşxû
tenha xedîce ’a’îley ew bû
lepaş wefatî xedîcey ’ulya
egerçî ’umrî geyîbuwe penca
çen jinî hêna şay ’alî hîmmet
leber teqazay îdare û ḧîkmet
wekû zû witman xedîcey kubra
le şarî mekke nîkaḧî kira
her le mekkeda de sał paş bî’set
le şest û pênca řoyî bo cennet
paş ew be sê řoj «sewde»y muḧterem
bû be menkûḧey řesûlî ekirem
le penca û çwarî hîcrî bê cîdal
le medîneda le mangî şewwal
muteweffa bû be payey řefî’
çû bo meqberey «cinّh albiqî’Arabic»
«’ayşeNamed-Entity» le sałî dehemî bî’set
le mekke bû be menkûḧey ḧezret
şewwalî sałî ewwełî hîcret
le medîneda geyî be ḧezret
herçen lew kata ’umrî no sał bû
emma saḧêbî ’eqił û kemał bû
danay eḧkamî sunnet û kîtab
«merْwiyê ’enْhaArabic»y ’ulemay esḧab
le medîneda sałî penca û heşt
’umrî şest û şeş řoyî bo be heşt
seyîde «ḧefse» sałî sêy hîcret
bû be menkûḧey şerîfey ḧezret
sałî çil û pênc ’umrîşî le şest
le medîneda řoyî bo beheşt
kiçî xedîce «zeyneb»ey ’ezra
sałî sêy hîcrî nîkaḧî kira
paş muddey sê mang muteweffa bû
nayîlî qebrî saḧêb sefa bû
«amّ silimhArabic» le sałî çwar
bû be ḧeremî seyîdî serdar
sałî penca û no, ’umrî heşta û çwar
xakî beqî’î piř kird le enwar
«zeyneb»ey dûhem be îman û dîn
saḧêbî ’eqił û şeref û temkîn
le sałî pêncî tarîxî hîcret
bû be menkûḧey şerîfey ḧezret
’umrî penca û sê le bîstî hîcrî
«cinّh albiqî’Arabic» bû be cêy qebrî
her le pênca bû ke «cuweyrîye»
bû be menkûḧey «xîr albirîّArabic
sałî penca û pênc ’umrî şest û penc
derçû le dunyay piř melal û řenc
le sałî şeşda «amّ ḧibîbihArabic»
bû be menkûḧey ew şa necîbe
le medîneda sałî çil û çwar
řoyşte beqî’ meqberey ebrar
le sałî ḧewta serwerî ’alî
hênay «meymûne»y neseb hîlalî
sałî penca û yek le xakî seref
mird û medfûn bû be qedir û şeref
her lem sałeda seyîde «sefye»
bû be menkûḧey «xîr albirîّhArabic»
le sałî penca mangî řemezan
le medîneda řoyî be îman