babetî29

hatnî ’a’îley ḧezret ﷺ û ’a’îley ebûbekir -rizî alilh ’inh- bo medîne
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  690 views
zûtir řoyî bûn zeyd û bûrafî’
be dway ’a’îley seyîdî şafî’
ca le mekkewe ew dû emîne
’eyalyan hêna lebo medîne
seyîde sewde û fatîmey zehra
«amّ kilsumArabic» û řuqeyyey suẍra
«amّ ayminArabic» û usame, hemû
diłyan be lîqay ew şahe xoş bû
’ebdułłay kuřî bûbekirî efzeł
’a’îley xoyanî hêna be komeł
yaran le mekke û etraf herçî bû
hîcretyan fermû bo medîne zû
gişt gird bûnewe be şerim û temkîn
yek ḧał û yek mał, yek dił û yek dîn
ḧezret meşẍûł bû be neşrî îřşad
lebo tewḧîdî xalîqî ’îbad
bo hêz û esbab kewte îstî’dad
bo def’î fîtne û aşûb û fesad
eger be îřşad nega be necaḧ
be karî bênê bo ẍayey îsłaḧ
de’wetî ekird ře’îs û eşraf
çen tîpê ’umdey henard bo etraf