neydîwe kesê kesbî mi’arf bebê ustad

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 4 minutes  486 views
neydîwe kesê kesbî mi’arf bebê ustad
mumkin nebuwe ḧellî mişakil bebê îmdad
nebuwe be şitê serbexo asin bebê ḧeddad
neygirtuwe kes bazî mirawî bebê seyyad
gewre nebuwe beçke bebê dayeyî xemxiwar
bes tałbî tałanî yek û kuştinî yek bin
bes sa’îy bê destî û dest bestinî yek bin
bes maylî fewtanî yek û mirdinî yek bin
meşẍûłî birayî yek û yekxistinî yek bin
ta komeł û yek deste û yek bin wekû eẍyar
her kes ke beqed zeřřeyê ’eqłî le seraye
tesdîqî eka her çî ke nûsîwme wehaye
munkîr be qisem daxłî zumrey cuhelaye
şayqPen name be xwa her çî le cem’î ’uqelaye
bo nezmî kelamit be dił û gyane xerîdar
nayêtewe bîrtan ke le eyamî seferber
ḧîlmî begNamed-Entityy erkan û biraym begNamed-Entityy bê feř
çend gewreyî kurdanî huner pêşeyî sefdiř
kirdyan be nîşan û hedefî gulleyî ’esker
ew řoje ke teşrîfî xebîsyan buwe salar
darûy ḧesed û buẍiz û cehalet hemû ’îlme
dermanî hemû derdî řezałet hemû ’îlme
esbabî necat bûn le zelalet hemû ’îlme
bo «neylî ’ula» babî dexalet hemû ’îlme
her ’îlme ke saḧêbî ekate şeh û xunkar
her kes ke witî «emte be çend?» ebne ẍułamî
teslîmî eken mał û ser û gyanî kîramî
boyşî ebne sena xwanan û du’a goyî dewamî
ey mîletî bêçare ’eceb cahîl û xamî
qewmêkî tewaw bê serupên û nezankar
wa çake hemû mutteḧîd û yek dił û ça bîn
bo yek ne wekû deste bira, ’eynî bira bîn
merdane lebo meqsedî yek pişt û pena bîn
bew şerte hemû tab’î eḧkamî xwa bîn
ta cumle řeha bîn le desî dujminî xwên xwar
dujmin nebuwe qet be bira ême xeşîmîn
da’îm ke legełyan şew û řoj yar û nedîmîn
êsta ke be enwa’î ’îlel ême seqîmîn
muḧtacî deway ḧîkmetî luqmanî ḧekîmîn
bo çare ebê se’îy bikeyn ême be naçar
şehdî em û ew piřye le dermanî kuşende
bes tefere bixon her be qisey xoş û be xende
ey bê xeberan bes bibne çakîr û bende
meşhûre ke kemtir nebuwe şende le mende
řoj ebê bem şehde bibin êwe giriftar
êwe bin û xwa wernewe ba tif bê le şeytan
der ken le diła cumle xeyałatî perêşan
çend çiştê heye wasîtey negbetî kurdan
wek kîbir û ḧesed, buẍzî yek û qîlletî ’îrfan
îsłaḧî bikeyn bełkû bikoşîn hemû yekcar
em cehil û nîfaq û sefeh û zîllete ta key?
em bê şerefî û xo xorye û ẍefłete ta key?
em buẍiz û şîqaq û ḧesed û ’ezlete ta key?
bê fîkirî û ser xoşîy em mîllete ta key?
ta key ebne mesxereyî ’alemî hoşyar?
nageyne emel ême ke wa bê ser û pa bîn
bed xułq û bed û tarkî eḧkamî xuda bîn
dujmin be ser û małî hemû dost û bira bîn
bêgane perist, xadmî mexłoq weha bîn
sûdêkî lebo ême nîye xizmetî eẍyar!
hestin le xewê xizme dem û çawê bişorin
çawêkî heł’ênin le çep û řasê binořn
pirsêkî le yek ken le çi eḧwał û çi şorin
em ’aleme boç ’aciz û bê keyf û sirûrin?
bo çî eken em qewme feqîre hemû hawar?
qapî emelî ême ke besrawe le her la
nakirêtewe em qapye bo ême em êsta
bê yekyetî û merḧemetî ḧezretî mewla
her yekyetîye derdî hemû kurdê dewa eka
ta tefereqe bîn, zor ’ebese zeḧmet û îsrar
’alem hemû meşẍûłî telaş û desubirde
her mîllete bo xoye xerêkî zed û xurde
herkes lebo xoy ḧakmî xoye wekû merde
meḧrûmî hemû qewmî firomayeyî kurde
matem zede û sûke perêşan û giriftar
kurdîş ebê her ’ebid û ẍułamî em û ew bin
her bareber û matem û şan řêş û cedew bin
çawyan lem û lew bêt û ne be em bin ne be ew bin
- - - - - - - - - - - - - -Missing
bê ’îlim û ciger, pare û meḧzûn û xefetbar
ew mîllet û qewmane lewewpêş ke zebûn bûn
ew tayfe û taqme ewsake ke dûn bûn
ew xełqe leber cehil û nîfaq ẍerqeyî xûn bûn
hestan le xewî ẍefłet û daray finûn bûn
êstake hemû be gilgin û şah û ḧukmidar