bipirsin le gişt ’alem seranser

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  420 views
bipirsin le gişt ’alem seranser
kê dîwye aẍa bibê be noker?
çende bed nimek çend namaqûłn
çende dujminî, xuda û řesûłn
bira wa dyare dujmin nanasin
ke çend bedpês, supłe û nařasin
sałehay sałe nan xorî kurdin
êstakeş weha pîs û namerdin
be parey ême şitan desênin
lebo nemanman be karî dênin
bebê bezeyî xwênman eřêjin
ke çî mirduwîşman bimrê naynêjin
be zêř û zîwî ême xefetbar
çawyan sûr buwe, bûn be gurgî har
beřastî bimrîn gişt be yekcarî
gelê çaktire le xizmetkarî