hesêrey hîway serbestî beşer

le cengî cîhanîy duwemda
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  785 views
hesêrey hîway serbestî beşer
le asoy tûns ser hateder
wek sufîdey subiḧ řûnakî beyan
supay tarîkî zułmî daye ber
be wirşey şu’ley pirşingî cwanî
dunyay seranser gişt kird munewwer
le yumnî ew bû destey swên xwaran
tacî zeferyan hemû naye ser
boye wa têkřa azadî xwahan
nazî û faşîstan lewê kirde der
em berî deryay naweřast hemûy
pak kirayewe le pîsî mîḧwer
kesêk tê fikirê be ’eqił û be dił
lem guře û neře û fîrarî hîtler
her le řojhełat heta řoj’awa
wek gay tałanî çon dirane ber
tê dega ke wa destey swên xwaran
necat dehendey ’alem le xeter
xo be kuşt eden ta benî adem
le çałî zułmet, bihênrêne der
pêwîste êmeş be ziman û be dił
beřastî bigeyn supasî dawer
beqeder hemû dunya û mafîha
supas bo zatî tenyay dadger
her bijî hêzî destey dîmokirat
bo řizgar bûnî beşer le zerer
be bay fena çin nazî û faşîstî
de’bay adem xor mucesemey şeř