zîdî xoş heway xoşî diłgîrim

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  421 views
zîdî xoş heway xoşî diłgîrim
aramgay cestey baw û bapîrim
ewend cêgîrî le dîde û diłma
meḧałe der çî hergîz le bîrim
***
mayey sebûrî diłey xembarim
řûnakî dîdey lêłî xwênbarim
darûy nexoşî sextî hîcranim
merhemî sîney řêşî zamdarim
***
kej û kêweket dyare le dûr
birq û baqî dê, wêney şu’ley nûr
koşkî naw çya û baẍçe û baxatit
wek beheşt piřye le ẍîlman û ḧûr
***
xake sûreket tełay deste efşar
berdit zumřût û ełmasî awdar
awit wek kewser ya awî ḧeyat
mîwet şîfa bexiş derdî derdedar
***
weten ey her toy wasîtey jînim
mayey nîşatim řoḧî şîrînim
hêzî dû ejno û quwetî piştim
piştîwanî cwan sextî nexşînim
***
laney şêr kołey řołey pułingit
eşkewtî meḧkem taşraw le sengit
cêgay řumbazî şoře swaranit
deştî guł gułî sed hezar řengit
***
şekirawî şîrîn serçawey kanît
şiney bay nesîm sozey beyanît
ew zîndegî bexiş mirdûy sed sałe
em fereḧ efzay firzendî gyanit
***
ya xwa awa bê be xoşî û cwanî
bo jînî ême be kameranî
parêzgarit bê yezdanî ’adil
çunke to dayey nîştimanmanî
***
dujminit da’îm her serewjêr bê
çwar pelî îflîc, dû dîdey kwêr bê
cigerî let let diłî be xwên bê
be sed sik birsî be sikê têr bê