ey asefî zemane le patextî şehryar

weramî namey cemal baban le beẍda
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  322 views
ey asefî zemane le patextî şehryar
wey gewherî xezêneyî şahanî tacdar
řojit hemîşe cejin û şewt řoj û bextyar
bed xwahî ’umir û ’îzzetî to řojî tarumar
pişt û penah û nasrî to řebbî layezal
bextit bułind û payeyî dadit be îstîwar
sayey biławe bê sêberî xeymey ’edałetit
bełkû bigate ser serî êmeş le kohsar
cejnaneyek ke layqî teqdîmî êwe bêt
nîme be ẍeyrî şî’rî teř û cwan û awdar
her cewherim heye ke be kar bê ewîş ewa
emřoke saqîte be tewawî le î’tîbar
kes nayewê be pêseyek cînsî meta’î feził
bê qîmete huner lekin ebnayî řozgar
bo em meta’e dûne ke êstake min heme
da’îm le ḧesretam û perêşan û bê qerar
nemzanî nařewace wefa û dad û řastî
darayî em sîfate řezîle û zelîl û xwar
erbabî ’îlim û ḧîlim û ḧeya namrad ebin
ḧîle û diro û xeyanete esbabî î’tîbar
ustadî min be tifłî emaney be min nexwênd
çî bikem ke êste zeḧmete fêr bim be îztîrar
min her gilem le bextî řeşî xome, kewkebê
gîrawe řeş buwe be mîsalî şewanî tar
werne le êwe qet gile nakem ke şexsî to
kanî semaḧetît û buzurgî û lutfikar
ecdadî êwe kanî kerem bûn û beḧrî cûd
bo ême toyş lewanewe mawî be yadgar
dad û sexa wezîfeyî medrûsî êweye
ḧaşa ke êwe terkî bifermûn be îxtyar
şaho hemîşe da’ye bo berzî cahî to
her çend diłî le şîşey ẍemdaye muhrewar