kake çend car pêm witin

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  345 views
kake çend car pêm witin - - - Missing biřwa nakirê
çî eçênin towî pûçe kirdeyan ber nagrê
key řewaye - - - Missing weha ḧukimit bika
dewrî den řawî binêyn ba zû le xakman derpeřê
bang ekem lêyan bedem «kurde biray yek bîn» ke çî
dengekem naxoşe layan, nabê dengî lê dirê
ger birayn û řast eken em řaw û řûtaney le çî
pyaw û jin, pîr û cwan, nabê le desyan řapeřê
bend û bawyan zore her kat be řengî dêne der
ême ger yek řeng nebîn destî tema’yan nabřê
zerde xendey em girohe şerbetî jehrawîye
xotî lê lade bira! em jehre bo to naxurê
małî mîratit le bawbapîrewe cê mawe bot
małî to xêzanî toye qet be dujmin nadrê
derfetî zorman ledestida her be fîşałî diro
pyaw ebê lem kirdewane dersî ’îbret wergirê
derfetit bû kurde nabê derfetî dujmin bidey
bo ewey cur’et bikat çawî le ’astit hełbiřê
řojê çaw nûqan nîye şahoPen name le karî nařewa
xoy mełas dawe mehêłn mołetî bê řapeřê