koyleyekim lanewaz û mat û damaw û ḧezîn
From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
1 minutes
534 views
koyleyekim lanewaz û mat û damaw û ḧezîn
çaweřwanî řeḧmetî tom ya îlahel’alemîn
çîm heye bîhênme ḧacet bo tikay eḧwałî xom
ẍeyrî řûy řeş, mûy sipî, firmêskî dû dîdey nimîn
çî bikem? bo kwê biçim? lay kê sikałay xom bikem?
ẍeyrî zatî eqdest kêye muẍîsî ḧa’rîn
wa penam hênaye ber qapî kirawey řeḧmetit
řebbî sa çarim bifermû toy şefî’î muznîbîn
beşqî ew zatey şewî esra geyşte baregat
serwerî ’alem, miḧemmed, pêşewayî muřselîn
beşqî esrarî ’ezîmî nawekanî e’zemit
beşqî sozî naw derûn û eşkî dîdey mutteqîn
beşqî qur’anî kerîm û siřî zatî kîbryat
beşqî řoḧî enbyat û ewlya û sałḧîn
qetreyek lew beḧrî cûdet kafîye bo ḧałî min
zeřřeyekî ’efwî to emxate naw xuldî berîn
řebbî şahoPen name her be hîway ’etif û lutif û cûdte
çunkî her xotî muẍîs û toy mucîbî sa’îlîn