bo ḧusin û xułq û cwanî wek yarî xom nîgarê

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  309 views
bo ḧusin û xułq û cwanî wek yarî xom nîgarê
zor cê geřam û nemdî esłen le hîç dyarê
’îraq û şam û lubnan, tewawî xakî turkan
şar şarî mîsir û yonan, ta qîbirs û mecarê
nask nemamî tazey, ełman û řûs û japon
bułẍar û surb û efẍan, ta lendenî û tetarê
şoxan û nazenînî şaran û dê û wiłatan
dîmen hemû be çawan îslam û cû nesarê
ebro kemanî wek ew, şîrîn zimanî wek ew
ẍunçe dehanî wek ew, leb qendî qendeharê
qed ’er’erêkî wek ew, meh peykerêkî wek ew
sîmîn berêkî wek ew, nemdî le hîç dyarê
çawî ke heł ehêna, řejraw be kuḧlî sîna
kêwî le bin dehêna, wek sa’îqey beharê
şu’ley cemałî wek mah, tilû’ eka seḧergah
sofî û meşayx û şah, boy şêt ebin be carê
şîrîn leqa û bê bak, bała bułind û çalak
nêçîr eka be fîtrak, sed wek minî hejarê
ew nazenîne şayqPen name her kes ke bînî carê
naḧeqye ger bimênê satê bebê qerarê