dułberêkim heye wek bedrî sema tabane

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  594 views
dułberêkim heye wek bedrî sema tabane
afetî dîn û dił û qatłî ’uşşaqane
řûmetî cwanî subeynan ke tilû’ ka wekû řoj
sedey wek şemsî zuḧa muḧtecîb û xeclane
qîmetî le’lî yemen eşkê be yek leḧze eger
bê temaşay lebî yar ka ke ełêy mercane
muje û ebrûyî wek tîr û kemanî řostem
qametî serwî çemen, memkî ełêy řummane
wextî leb xende ke seyrî birîqey sinnî ekem
muteḧeyîr ebim aya duře ya esnane?
awî goşey dehenî zemzeme ya kewsere ya
şerbetî xuldî berîn řaḧetî řoḧ û gyane
kê heye her wekû ew nazk û nayab û necîb?
meleke, cînne, perî yaxo gułî řîzwane?
le hemû cînsî beşerda be cwanî û şoxî
nîye wek ew, be xwa gyane wek ew însane
diłî şayqPen name efřênê be nîgay çawî xumar
çî bikat bextî diłîş waye ke cêy zîndane