derûnî piř le zûxawim be tîrî te’ne zamdare

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  391 views
derûnî piř le zûxawim be tîrî te’ne zamdare
xwaya sa necatim dey ledes em xełqe ẍeddare
le her laye řeqîbê wek segî har damenim egrê
meger barî bida yarîm, xelas bim lem hemû hare
le her sûçê ke dembînin be řiq ḧemlem ke bo dênin
dełêy gişt segî birsîn eçin bo laşe mirdare
le laye em hemû xełqe řeqîbin seyrî yarîş ken
qusûr nakat le bê řeḧmî le ḧeq em dił birîndare
gehê řûy xoy e poşê lêm û ta bimirim le hîcranî
gehê xoy der dexat wek řoj û cergî min eka pare
be goşey çawî bîmarî îmayek eka geh geh
le şarî sînema îtir seday nałîn û haware
ełêy serwî xeramane ke dête ’îşwe û lence
qesem bexwa perîş wek ew nîye hênde be řeftare
eger ḧorî bibînê řûmetî ew şoxe bê şubhe
le řûy hełnaye xoy der xa leber em taze mehpare
îtir min çon ebê boy şêt nebim?! men’im meken yaran
ke şêxîş şêt eka ’îşwey derûnî bo eka pare
be sîḧrî goşeyî çawî diłî xistûme naw dawî
çi dawê dawî dû zułfî ke wek dû dane řeşmare
bełê şahoPen name esîrî bendî dû zincîrî gêsûte
desa to bî û xwa řeḧmê ke be em meḧbûse bêçare