mujde bê ye’qûbî dił mujde nîgarim hatuwe

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  385 views
mujde bê ye’qûbî dił, mujde nîgarim hatuwe
merhemî zamî derunî piř le xarim hatuwe
şemsî xawer wa ełên emşew tilû’î kirdewe
guł beden, şîrîn dehen, sîmîn ’uzarim hatuwe
seru bała, lale řû, zencîr gêsû, muşk bo
yarî řend, serwî bułend, şoxî dyarim hatuwe
şêrî neř, qed neyşeker, ahûyî beř, şahênî ḧuř
bo şikarî murẍî dił bazî tewarim hatewwe
mû kemer, řûmet qemer, lêw le’lî teř, dundan guher
şoxî xał şîrîn, cwanî çaw xumarim hatuwe
newcewan, ebro keman, mujgan sînan, xunçe dehan
serwî bustanî êrem, ahwî tetarim hatuwe
řoḧî şîrîn ḧazre bo mujde teqdîmî dekem
bo ewey teşrîfî yarî ’îşwedarim hatuwe
agirim tê çû, dexîlek řaste aya tûxwa
peryekey ḧorî nejadî lencedarim hatuwe
xom û eqlîmî urûpa û asyay qurban ekem
ger be řastî pêm biłên ẍunçey telarim hatuwe
gyanî xot ḧazir ke şaho bo nîsarî dułberit
xawenî tîr û keman û zulfeqarim hatuwe