nesîmî subḧidem qurbantim wa des be damanim

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 3 minutes  400 views
nesîmî subḧidem qurbantim wa des be damanim
tereḧḧum ke be ḧałim gyanekem wek carî caranim
ezanî xot be eḧwałim ke çîm pê hatuwe emřo
derûnim çone bo çi da’îm be nałe û ah û efẍanim
eger řêt kewte maway ew gułey mû sunbulem carê
be furset bełke bê dengê, bebê agay řeqîbanim
lecyatî min biço ’erzî bike çît pê ełêm yek yek
biłê ey şoxekey dił berdî bê řeḧmî be ’înwanim
biłê ey duřřî yekta! ḧûrekey bê mîslî bê hemta!
biłê ey mû kemer! řûmet qemer! serwî xeramanim!
biłê ey yarî çaw bexumarî nazdarî be azarim!
biłê ey leylekey řux sêwekey leb le’lî řummanim!
nemamî new řesîdem! qûtî řoḧim! nûrî dû dîdem!
fereḧ bexşî diłey bîmarî piř nîranî buryanim!
erê ẍunçe dehen! nask beden! piř mekir û fen! guł pîrehen!
erê sîmîn zeqen! gerdin bułend! salarî xubanim!
erê ebro hîlalî çaw řeşî şîrîn xet û xałim!
çiray małim! gułim! fênkî diłey mecrûḧî nałanim!
le gêjawî xema wa gêj û sergerdan û bê hoşim
le dawî mîḧneta wêłim, xerîkî şîn û giryanim
diłî berdîş be eḧwałim desûtê hênde meḧzûnim
wiḧuşîş bom degryen, hênde xembar û perêşanim
le çołî ẍurbeta sersam û bê hoşane seyyarim
wekû mecnûnî şeyda, řoḧekem bo to be efẍanim
kize û qirçe û piřûzey cergî sûtam le dûrîy to
’erebsanî hemû piř kirduwe cana, be îmanim!
le te’sîrî henasey serdî min beẍdaLocation buwe kwêstan
şiney bay sarde befrawe le ḧewş û jûr û kołanim
bełam bê to hemû dunyam belawe teng û tarîke
eger biçme beheştîş her wekû meḧbûsî zîndanim
se’atêkim be sałêke le dûrîy qeddî lewlawit
şew û řoj bê xew û xorak û çoł gerdî byabanim
le tennûrî fîraqa quł exom wek mencełê fiřnî
ewa xo bû be buryanî diłey zamdarî hîcranim
teqî serçeşmeyî çawim, hucumî kirde ser beẍdaLocation
nizîke ẍerqî ka yek car wekû lafawî tofanim
be naşukirî nebê nemdî le muddey ’umirma satê
be xoşî řabwêrim min le xizmet yarî çaw cwanim
gehê mecnûn sîfet çołgerdî wadî ẍurbetim gahê
wekû bulbul le dûrîy yarî guł řengim ẍezel xwanim
hemû ’umirim be zay’ çû be ah û nałe û zarî
ser û małim be řeḧmet çû be carê, małî wêranim
meger řeḧmî xwa yarîm bika werne be mergî to
meḧałe xakî kurdistan bibînê çawî giryanim
tikey xwênawî çawî şayqPen namet cana le dûrî to
bexuř dê da’îme û detkête daman û girîbanim