sed ke min şermendem û darayî ewsafî zemîm

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  336 views
sed ke min şermendem û darayî ewsafî zemîm
ẍerqî jêr barî gunahim tab’î nefsî le’îm
sed ke xecłet barim û namem leřûy xom řeştire
wek segî birsîm mutî’î emrî şeytanî řecîm
qet nebû řojê be řastî sucdeyekit lê berim
her legeł ewbaş xerîk bûm, bûm be hamřaz û nedîm
da’îmen te’qîbî xêłî nefis û şeytanim ekird
serfî ewqatim le îşî qoř û efkarî seqîm
lêk ya řebbî umêdim zor be ’efwî to heye
bende ’ebdêkî zelîlim toyş xwayekî řeḧîm
ger be kirdarî bedî xom toyş bedîm derḧeq bikey
bes tefawit kwa lebeynî ’ebid û xellaqî ’ezîm
wer bete’cîlî ’îqabim meyl efermûy řebbena
musteḧeqî ewme êsta bimxeye narî ceḧîm
’ebdî qapî xote şayqPen name padşahî bê nezîr
çaweřêy bexşînî xote ente ẍefّar kerîmArabic