mewsimî cejne û diłî min teng û tar û mateme

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  306 views
mewsimî cejne û diłî min teng û tar û mateme
xełqî piř keyf û demax û xatrî min piř ẍeme
her kesê bo xoy řefîqî newnehalêke û minîş
yawerim lem řojeda her nałe û derd û heme
nawî yarim wîrdime emřo lecêy tekbîrî ’îd
jehrî dûrîm elqeme nałe û fuẍanim hemdeme
zeřřeyek řûnakî şik nabem lenaw diłma bibê
ta tesewr key byabanî derûnim muzlîme
hewrî bedbextî û xefet eqlîmî diłmî girtuwe
bê temaşa ke bizane çende tarîk û teme!
nim nimî baranî çawanim leber hîcranî yar
geh wekû baran ebarê, gahê wêney şewnime
daymen bigrî be kuł şahoPen name heta mawî! ke to
bê wefayî yareket meşhurî ’amî ’aleme