le keştîy fîrqetî yara perêşan ḧał û dił tengim

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  328 views
le keştîy fîrqetî yara perêşan ḧał û dił tengim
beser deryay xema seyyar û bê xemxiwar û hawdengim
şew û řoj min le ber xem yek dem aramim nîye qurban
gehê meşẍûłî quř pêwan û gahê mat û bê dengim
ewind giryam be xwênawî ciger wa sûre balînim
ewndem ahî serd kêşawe gyane zerd buwe řengim
’eceb mawim le bextî negbet û şûmim le lam waye
eger biçme beheştîş herweha damaw û diłtengim
xusus êsta ke beynêke weha dûçar û naçarim
ke wek teyrî qefes desbeste û damaw û pê lengim
le xem wextê řehayî dê diłî mîḧnet zedey şahoPen name
be darûy wesłî xoy satê dewa ka şoxekey şengim