kurdî merd emřo ke řojî cîlwe û cewlante

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  487 views
kurdî merd! emřo ke řojî cîlwe û cewlante
dest û pê azade wextî hatnî mîdante
řapeřê sa bêre meydan! ba besî bê nokerî
tûřî de ew bare qurse wa leser dû şante!
kot û zincîrî esaret paře ke wek şêrî neř!
daykî damawî weten wa çaweřêy hestante
des dere şêrî zeman û xencerî tîjî qełem
ḧeq teleb ke! ḧeq hemîşe pişt û piştîwante
mał û mîratit be naḧeq wa bedes bêganewe
çon řewat dîwe ke xełqî hawbeş û hawxiwante?
nîştimanî bawik û bapîrit ke kanî gewhere
bo çî cêy simkołî esp û hêstirî cîrante?
bê řeza û bê ḧukmî şer’ û meḧkemey wîcdanî pak
da bizanim çon biřa małit bewey mîwante?!
xełqî xwar û jûr û dewrit çon weha bê şerim û řû
pêy dirêj kêşa beserta û saḧîbî, fermante
yek kewn yektir binasin kurde! ba bes paş kewn
yek nenasîn û cyayî wasîtey fewtante
bê ewey yektir binasin mebne zîddî yektirî!
dujminî nawxo bizane xeyrî hawsêkante
małî kurd hî kurde şahoPen name! mafî şer’î xoyetî
nadrê hergîz bewaney dujminî xêzante