ey yarî xoşewîstî wefakarî řast řew
From the Book:
            Dîwanî Şaho
        By:
                Shaho (1882-1971)
        
             1 minutes
             2034 views
        
        
    ey yarî xoşewîstî wefakarî řast řew
wey cêy umêdî muxlîsî xembarî tîre şew
wextê ke kartî cejneketim dît û xwêndimewe
wek nûstiwê ke řaşłejê û řaçenê le xew
tîmsalî ḧałî qewmekemî mîslî sînema
hênaye ber nezerim û le piř řapeřîm be dew
tozê ke seyrî ew filîmem kird û têy geyîm
destim geyande xame wekû berqî tîj řew
nûsîm be xwênî dîde le sefḧey syahî dił
eḧwałî kurdî quř be ser û bextî şûmî ew
kurd řenceřoye gułbunî ’eyşî xezanî kird
şanî le jêrî barî xema giştî bû cedew
newroz le bo ewaneye wişkyan jyayewe
nawçawî bexte dêzekeyan bû be mangeşew