min nekujrêm to nekujrêy nîştiman wêran nebê

babe ’elî kuřî şêx meḧmûd le 1949da çûbû bo hełebce û binarî hewraman bo lay ew dost û hewa xwahaney ke le naw begzadey hewramana heyetî we le axrîda çû bo beẍda û le beẍdawe kutupiř be fiřoke çû bo emrîka heta nîhayetî 1950 le emrîka mayewe. le emrîkawe çû bo lenden heta 20y şubatî 1950 le lenden mayewewe le 21y şubatî 1950da geřayewe beẍda. em seferî kutupřey babe ’elî le layen muneweranî weha lêkdirayewe ke babe ’elî mezabîtêkî zorî birduwe şwên kiławî babirdû kewtuwe. em honrawe le ser ew seferey kutupřî babe ’elî bêjrawe.
From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
 2 minutes  1135 views
min nekujrêm, to nekujrêy, nîştiman wêran nebê
sed hezar însan be carê meḧu û ser gerdan nebê
şax û kêw û deşt û der wek beḧrî xwên efşan nebê
qewmî kurd giştî be carê bê ser û saman nebê
serbexoyî mîlletî kurd wa nebê ser nagrê
em nemame ger be xwên awî nedey ber nagrê
qunbuley zeřře neye şarî be carê win neka
gulle top nałey neye şax û kenek kun kun neka
bumbe wek baran nebarê ferqî pyaw û jin neka
lawî lawçak her wekû şêr ḧemle ser dujmin neka
serbexoyî wa dirust ekirê. dełałî bo çîye?
yarmetî dan û pîlanî marşałî bo çîye?
lawî kurd gewre û biçûk bo serbexoyî şîn eka
řojî firset can fîdayî bo jyan û jîn eka
xwênî dujmin hênd eřêjê ’alemê řengîn eka
nîştimanî xoy be laşey dujminî perjîn eka
serperiştî qewm û gel edrêtewe des zanayewe
hêzî dujmin defzenê naxatewe naw kayewe
em minałe bo çî çû bo lendenNamed-Entity û waşnigitonNamed-Entity
îşekey çî bû be bêvinNamed-Entity? çî ełê lay açîsonNamed-Entity?
xoy û bawkî zor demêke bem hîwaye desxeřon
bênewe ser qewmeke dûbare xwênawî bixon
babePen name îtir nakewête şwên defe û derwêşewe
xa’înî mîllet ebê bimrê be îş û nîşewe