le katî cwanîya hełpem ekird û hêzî lawim bû
ḧesbî ḧał bo řabwardinî êstay xom
From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
2 minutes
1019 views
le katî cwanîya hełpem ekird û hêzî lawim bû
le komełda be berz û têgeyştû naw û bawim bû
minałe wirdekanim her yekêkî nûrî çawim bû
le gişt çeşnê le mała serwet řizqî tewawim bû
jinim wek bûkî taze ẍerqî surme û ał û wała bû
hemû endamî ałtun, buẍçekanî piř le kała bû
wekû mêlûre dergay ḧewşekem piř bû le hatuço
hemû řizqê le mała bû birinc û nok û genim û co
bo çêşt û nanî naw nawmał çêştikerî xas û çetîwim bû
le ladê řenicber û cûtyar û wezrêr û hetîwim bû
geyştime ’umrî pîrî êste dîlî mał û mindałim
jinî kafir şeřengêze ezanê pîr û kem ḧałim
şirîxey dengî wek agir esutênê peř û bałim
le çexmaxe û birûske û ne’retey bê hoş û bed ḧałim
wek dûpişk le ser kilke be gişt lada zehir řêje
wekû marî řeşî dêmî be zehrî naw demî gêje
ebê dayk minał perwerde ka gewre û emîrê bê
newek wek em minałî wirde mamosta û debîrê bê
minał wa terbîye nakirê, hezar le’net le şîrî bê
eger mam, em ḧeqaney lê esênim, her le bîrî bê
be tîrî bułe bołî kun kune babePen name dił û cergim
necatim dey le des em afete řebbî! bidey mergim