gîrode bûm be zeḧmetî mał û minałewe

From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
 1 minutes  1014 views
gîrode bûm be zeḧmetî mał û minałewe
pêwende pêm, be xoyş û be mam û be xałewe
gewretrîn mu’cîze: tenhayî mesîḧ
wird bînewe eger be nezer wezi’ û ḧałewe
îmřom şewe, sibeynê ełêm řoj ebêtewe
tarîktirî ebînim heta eçme sałewe
beynê bû aşna, nebû destim legeł qełem
dîsan leber çî kewtime fîkir û xeyałewe
řûy qaqezim řeşe, qełemim nûkî letlete
wa çake qet nekewme xeyałî meḧałewe
wêrane miłk û mał û hemû nîştimanekem
efroşrî, be hîçe, be destî dełałewe
mirdin! dexîltim were zû bimgerê bese
dinyam le la cehenneme bem jîne tałewe
sê ’esre aw û xakê ke mîratî komełe
êstake zewte, wa be des eẍyarî załewe
beş beş kirawe babePen name hemû xakî qewmekem
çî bikem be bêkesî û be zimanêkî lałewe