serî kułimit le nêw zulfî syada

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  2544 views
serî kułimit le nêw zulfî syada
îşarêke le nûrî şewçirada
sicûdî birde ebrot řoj le ser řû
şewî dwênê ke to zulifit welada
emin çawim le řoj wa piř le xwên bû
ke awêney cemalî xoy cela da
şew û řoj her le fîkirî zarî to dam
be hîçê ’umrî şîrînim be ba da
erê řoḧim be lêwî piř le xendet
erê hoşim be çawî surmesa da
leber taqî birot bimirim çi nabê
ke min şa bim le bin bałî humada
muradî řoḧme boye wefayîPen name!
be dił maçê le ẍunçey lêwî nada