bargiranim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 minutes  890 views
bargiranim ez, rê dûr û serkaş
xûzim, piştikulim, dimênim li paş
kerwan xwe gihand qûnaxê sivk
kar-ajo nezan û rêçka me şaş
bargiranim ez, piştikul û birçî
li paş kerwan jî herim dîsa baş
milet nezane, ejî perîşan
lêdan û zindan, kuştin jî, rapaş
milet dixiwazî sivk herim pêş
lê bar girane, têre, li ser xaş
bi zor min tajon, nizanim ka rê?
li pêş mê: av û çirav û co-aş
ketin û rabûn, le tim diçim ez
dilê min pir xurit, bi forit û şabaş
barê min giran, berê min li jor
rêça min dijwar, hemî rêl û kaş
dengek ji dûr hat gote min:
bar hilgir weza, sêfîl û bê maş!
jêre divên: êm tîmareke baş
em derdê bargir, av derdê ger-aş
pêncî saln em ji wer dibêjin
bargiran, piştikul wer diçim li paş
cigerxun, basin gilî û gazin!
di nav nezanan nabênî yek baş!