keko ez bilûrvanim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  835 views
keko ez bilûrvanim
bi her tiştî dizanim
çyan tênim govendê
berxê mîjo di bendê
hirç û hov û dar û ber
lotan didin tev li ber
ev masîyên derya reş
bi bilûra m serxiweş
welat tijî bûn ji deng
tên dîlanê şox û şeng
keko ez bilûrvanim
ez şivan û gavanim
rûniştîme bin darê
didim pesnê biharê
dengê saza min zîze
darbilûra min gwîze
ez pif dikim bilûrê
dil agire dikûrê
şyar bûne rast û çep
turk û taçîk û ’ereb
vexwarye me ev durd
ji bo şyar bikim kurd
lê ez çi bikim ranabî?
nizanim wê çawa bî?
nizam kere jan jî ker?
ez bi gurzan tême ser
serî hişke wek kevir
divê bişkê bi bivir
divê gurzan deynim ser
yan jî jêre bêjim her
dijmin dêwê xwînvexwar
welat kirye tarumar
hirç ketîye nava rez
li min bûye lez û bez
dikim hewar û gazî
bi vî dengî, vî sazî
kes guh nadî saza min
qîrqîr û gazgaza min
kurdino hemî bibne yek
dest bavêjin gurz û çek
werin şerê hirç û dêw
biparêzin mal û mêw
ji vî bextê minê reş
ez nexweş û ew nexweş
bê xwedîne rez û mal
ezê çi bikim pîr û kal
rezê mine ji kerkûş
dijmin xwar û maye pûş
dikim qêrîn û gazî
dilê min wer dixiwazî
ez pêwanim bilûrvan
ne mêrkujim, dilovan
bi guvguv û bi nalîn
kurd ranabî cegerxiwînPen name!