sed namî xuda řûmetî wek mahî temame

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  394 views
sed namî xuda řûmetî wek mahî temame
lew çawe nexoşane dełê mestî mudame
řuxsarî gułî nazk û dem ẍunçeyî tengî
lew zulf û xet û xałe dełêy dane û dame
wa çake nemamî qedî to taze û ter bê
bînêje leser dîdeyî min cêge nemame
lewsawe ke to řûmet eşarîtewe gyane
mecnûnî byabanim û şew şîn û herame
bew ẍemze diłim kun kune wek xaneyî zenbûr
bew qewsî biro hem cigerit let let û zame
sed ca ke diłim ’aciz û bîmare le dûrît
yadit tereb û şewçeres û bezim û çirame
saqî be fîdatim bide însaf û meyî saf
dermanî diłî xeste bełê bade û came
mutrîb were toş em ẍezele taze leber ke
luqmanî hemû derd û ẍem û merhemî zame
ḧîfzî bike ya řebbî le çawî ḧesed û bed
ew dulbere qed ’er’ere ew kebkî xerame
’eybit nîye ẍeyrez eme bê řeḧim û wefayî
bo şîmeyî to ça nîye em řesim û nîzame
ta nawî xoşt wîrd û du’ay sabîrPen namee qurban
dermanî hemû derd û ẍem û merhemî zame