le hewrî dił peyabû bad û berq û ře’dekey caran

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  949 views
le hewrî dił peyabû bad û berq û ře’dekey caran
fewarey çawî min firmêsk eřêjin her wekû baran
le tawî agirî dûrît nemawe sebir û aramim
beser em agire awê leřêy pêẍembera yaran
eger ayatî qur’ane eger hengiwîn û luqmane
peya ken gurc û azane le deşt û şar û bazařan
xudaye to ḧekîmî ḧazqî bo xatrî qur’an
şîfayê zû be zû naził bikey bo derdî bîmaran
leber leylaye mecnûnim leber şîrîne ferhadim
meken men’im le girye û şîwenî sara û kosaran