cana were destê bixe ser qelbî ḧezînim

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  400 views
cana were destê bixe ser qelbî ḧezînim
dwa gyanme tałûkeme kota ke girînim
binwařîye awêne dezanî çîye derdim
îḧsane ke ça keytewe azar û birînim
herçende ke bê řeng û leř û zerd û nexoşim
her leḧze be yadit qełew û sûr û semînim
’umrêke gilarawme ey yarî şîrînim
řeḧmêkî xuda bêne dił û bêre serînim
binwařîye řengim ke ’elamatî dyare
wechî çîye şew ta be seḧer şîn û girînim
naydem be hemû nî’metî fîrdewsî se’atê
ew řoje ke toy yarî wefadar û qerînim
ferhad sîfet û da’im alawqatArabic le kêwim
însaf û wefa ’eybe le lay yarî şîrînim
sabîrPen name le fîraq û esefî xêwetî leyla
aşufte û mecnûn sîfet û elbîse şînim