ey şah temaşa ke le dergahî to derwêş

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  807 views
ey şah temaşa ke le dergahî to derwêş
kewtûne hemû bê xeber û ’acîz û diłřêş
bo xatrî ew şewket û şoxîte ke ’alem
hatûnete xizmet qedemit cumle kem û bêş
bê berg û newa musteḧeq û wacb alaḧsanArabic
heryek le wiłatêkewe hatûne kemendikêş
her řoḧ û diłe bîkeme qurbanî berî pêt
bêcge leme hîçim nye xo bîkeme pêşkêş
lem ḧusne zekatî be mesakîn û feqîran
î’ta ke be kwêrayî řeqîbanî bed’endêş
bê cejnî wîsalit be xuda nebuwe û nabê
azarî dił û zamî cîger sakîn û sařêş
xakî qedemit ta nekeme sûrmeyî çawim
dił sebir û qerarî nîye wełłahî kem û bêş
mêrûle hemû talîbî xermanî felaḧin
labud lekin bûnî ’esel ḧazir ebê mêş
sûtandimî lewlaşewe yarim egezê lêw
ye’nî ke menałêne leber derd û ẍem û řêş
min sa’îl û muḧtacim û toş şah û emîrî
xêrêke be teqlîdî îmamanî lemewpêş
ye’nî qedemê bêne serînim ke nexoşim
îḧsane birînî ciger û dił bike sarêş
cana were ba cejnî wîsalî to bibînim
şadim ke necatim de le destî elem û êş
ta zulfî syahî to penahî diłî min bê
bakim nîye bê şubhe le sed ejderî piř nêş
herkes wekû sabîrPen name ke zedey destî perî bê
mecnûne, cigerxûne, dił tûne, cefakêş
fermû be dił û canewe amadeye sabîrPen name
cana be xuda bêcge leme nîme kem û bêş
sabîrPen name to eger ’aşiqî lem derde menałe
ew şoxe cefapîşeye to derd û cefakêş