mateme şîwen ke ey dił çawe emca bêre êş

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  840 views
mateme, şîwen ke ey dił, çawe emca bêre êş
wa diłaramim deka ’ezmî sefer řêy hate pêş
ey řefîqan îxtyarî xom nîye kewtûme daw
to xuda men’im meken yarim bezor emkate kêş
ger bizanî ḧałî min me’lûme řeḧmim pê dekey
gişt be bêganem ezanin aşna û qewm û xêş
dił temay wa bû îcazey marî zulfî wergirê
nagehan dûpşikî egrîcey hîlakî kird be nêş
narî hîcir û seylî çaw nekujayewe, nebřayewe
xo siruşkim wa le her dû lawe gonay kirde řêş
men’î çî? dermanî çî? me’cûnî çî? luqmanî çî?
qet’î xwênî çawî min naka xene û turş û sirêş
bo deway em derde luqman û erestû ’aczin
wa cinûnim! îctînabim lê deken sed qewm û xêş
pyawî sist û tirsinok nagate meqsed sabîrîPen name
çabuk û aza, bekeyf û mayeşa zû kewte pêş
em ser’êşey sabîrîPen name luqmanî ’acîz kirduwe
pêm ełên tewqî serit bigre wesme û xel û sirêş