ey mesîḧa leb be çawanî nexoşt yek nefes

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  541 views
ey mesîḧa leb be çawanî nexoşt yek nefes
merḧemet ke wa perêşanim ’îlacim çû le des
yarekem meylî řefîqî nakes û eẍyar eka
ey dirêẍa arezû naka bibête yarî kes
da’îmen kuncî derûnim piř le xarî bê gułe
qet be destî xomewe nemdî gułî bê xar û xes
bo cefakarî hemîşe xoy muheyya kirduwe
bo becêhênanî we’de mutłeqa naka hewes
xot ezanî xo desajo, bestinî pê, natewê
bo mirîşk û cûcełe neccař nataşê qefes
xo le bedbextî şew û řojêkî xoşîman nedît
řoj giryane be şew şîne lebatî şewçeres
karwan derçû le şar û sabîrîPen name to xewtibûy
wa dezanim gwêt girane nabîsî dengî ceres
bê bełabî ḧez le yarî û komełî eẍyar ekey
bo girûhî xoşewîstît carêkî nakey hewes
sabîrîPen name te’mîrî nexşî xanû û manû tabekey?
kêwî ’umir û dîn ewa herdû ke hênayan heres