48
tedbîra bekire ji bo def’a mezennet û ’inadê tezwîra wîye ji tirsa fitne û fesadê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
3 minutes
1394 views
teqrîr ku kir temam qasd
waqif geřya bi ḧalî ḧasd
zanî ku ji bo wî řa xerabe
go: ’efu ji bo memê sewabe
mîrim me nego ji bo te pêşîn
tacdîn û biran ji xwe me êşîn
zînê bide wan we ya biku ji min
yan ew bi te řane xesim widu jimin
ya qenc ewe qet nekî tekellum
tacdîn ji te naketin tewehhum
bêjê: me fidakirin mem û zîn
tezwîc kirin me dane tacdîn
zahir meke tu evê ’inadê
carek veku ji agirê fesadê
jew paş tu bêxe weqtê furset
zinhar! medê eman û muhlet
xesmê ku neşêy bibî muqabil
derman çye? şerbeta helahil!
lew lazme ḧakman du fincan
yek xasê xerab û yêke qencan
da yek nexweşan ji bo wî xweş ket
ya dî ji we řa xweşan nexweş ket
yek canî ji du jimnan cuda ket
ya dî miryan ji nûve řaket
kerba xwe meke tu aşkara
ya qenc ewe em bikîn mudara
şoln hene ew bi kerbê nabin
lewra ku bi zor û zerbê nabin
ustadî divêtin û te’emmul
ixfa’ û teẍaful û teḧemmul
ewqatê zemane gûne gûne
barî ji me řa kirin nemûne
ye’nî şev wiřo ji û subiḧ û şamin
hin řohne hin ji wan zelamin
em jî di leyalî û neharan
da bên bi nihan û aşkaran
hin zahir û hindekan bi xef kîn
řakin hinekan hinan telef kîn
wî muliḧdî şîr wisa seqa kir
misrî ji xwe řa wisa bera kir
pend û ẍelet û xilaf û yalan
bend û seqet û ẍilaf û kalan
tesnî’ kirin wî hinde teşnî’
bestin wî li şîrî şubhî tersî’
ew şîr li bin serê xwe danî
ew řenge veşar kes nezanî
mîrê wekû dil bi kerbê sotî
herçî ku bekir ji bo wî gotî
bawer kir û gote merdê qasd
ey pîr meke tu fikirê fasd
ger fewt bikim cemî’î ferzan
tacdîn ku didim ji dest xwe erzan
min şewket û seltenet bi wîne
ev şuhret û şe’in min ji wîne
ev nam û nişan û ev meqame
bê xatrê wî li min ḧerame
ew rostem û gêwe lendehaye
gencîneme ez ew e jidehaye
bêjê bi dilê xwe min mem û zîn
herdu bi ḧelalî dane tacdîn
bê wecih ji min tu bûyî weḧşî
daxwaz te kir ko min nebexşî?
tacdîn û çeko bi ’iziz û nazin
dê her we bitin wekî dixiwazin
qasd ku rewane bû ji pêş mîr
teqrîr ku kir temam te’bîr
şêrê di li şer we bûn mula’im
gotin: dem û dewleta wî da’im