47

te’essub tedareka tacdîn û birane bi emrê ẍîretê swarya wane li hespê ḧemîyetê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  846 views
ser subḧe ku şehsiwarê efleq
eşheb ku kişande cayê ebleq
edhem di tewîle’ê nehîn kir
eşheb ji xwe řa ji nûve zîn kir
gurzê xwe yê ateşîn deranî
tîẍê xwe yê zerfeşan ku danî
dunya ji mehabeta xwe zer kir
tîẍ û kemera çyan bi ker kir
tacdîn û biran ji xelqê lalî
xwestin bi dilê xwe wan ḧelalî
kêşane derê bi reqis û bazî
rexşê ’erebî semendê tazî
mismar kirin bedû ji ẍeflet
hişyar kirin ’edû bi sewlet
meydan beduwan kolan bi destûr
goya veddan li du jimnan goř
tacdîn ji tewab’ê xwe yek pîr
te’îyn kir û zû şihande pêş mîr
gotê: heře bêje mîr û aẍan
bînende venaku jin çiraẍan
mîrê me eger çi dûrbîne
îro wî di çavî nûr nîne
em çar bira hebûn di sadiq
her çar li xidmeta wî ’aşiq
insafe ku zêdetir ji salê
mem ma’ye bê xudan di çalê
du jimin li me şane dost ẍemgîn
ferzemirna çeko û tacdîn
mem ger çi ku zêde puř gunahe
lê ’aşiqe, ’işq padşahe
ḧukmî tu meke li padşahan
zulmê tu meke li bê gunahan
em hîvî dikin memê riha ket
derdê di dilê memê dewa ket
em çar birane çar dîwar
erkanê se’adeta wî her çar
her çar serê di me wekî go
çoganê iradeta wî kaşo
ya mesleḧetê ji bo me çi ê ket
yane ji me řa bekir verêket
da em xeberan ji bo wî bêjin
derdê di xwe em li wî biřêjin
rûmet me nema li řûyê ’amê
dê neqil bikin biçîne şamê