ta bixiwênê çawî bazit ayetî ayn alimfir

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  472 views
ta bixiwênê çawî bazit ayetî ayn alimfirArabic
kotrî dił lay nema wełła ḧeyatî musteqeř
to le sûrey zulzîlet têfkire min yi’milArabic çye
bo çî azarim edey? sûçim nîye mîsqale zeř
řoj û şew xurşîd û meh laf û gezafî zor eken
fermû fermû ba biken heryek be layek keřiř û feř
xo ezanî wa hejarim, destełatîşim nîye
pêm biłê wechî çîye çawit eka î’lanî şeř?
ta řimûzî mesḧefî ḧusnî le ’alem bû ’eyan
ehlî dunya cumle mecřûřn bewî, ew ḧerfî ceř
to ke derkewtî ezanî çî be serdî merduman
xorhełat têfkire ḧałî şewnim û mîsqałe zeř
xot ezanî bê gunah azarî xełkî ça nîye
pêm biłê ey to leser çî wa legeł min dêyte şeř?
ey be nûrî ḧusnî pakit şerq û ẍerb û beḧir û beř
řûn û dagîrsawe erz û asman û wişk û teř
bazî çawit pûrî diłmî dî witî: ayn alimfirArabic
lêy cuda bû pûrî bêçare ḧeyatî musteqeř
ey leber ew cûte çawî mest û bîmaret mirim
qatîlanî bê diłan û ma’îlanî şûr û şeř
ger řimûzî mesḧefî ḧusinit tewawî têbga
’almî ’alem hemû mecrûr eka wek ḧerfî ceř
ey kewan ebro leber çî tîrebaranim ekey?
çawî to xoş sabîrî neyma ḧeyatî musteqeř
lîs lilansan ala ma si’îٰArabic emma çi sûd
dulberim şabaze sabîrPen name kotrekey bê bał û peř