ey musułmanan biłên bew dułbere boç wa deka

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  675 views
ey musułmanan biłên bew dułbere boç wa deka?
turfetul’eynê hezaran fîtneha berpa deka
qesdî xwênî bê gunahan boç deka řojê hezar
dest û xencer ẍerqî xwêne û sûr be sûr ḧaşa deka
hênde bê řeḧme le ’eynulfî’lî qetłî bê xeta
’alemê ẍewẍa deka ew xendeyî qaqa deka
řeḧim û însafî nîye derḧeq be miskîn û feqîr
hîç ne şermê ew le şêx û ya le şahenşa deka
çon netirsim muftî û qazî ke çûn bo xizmetî
ba qełem meylî leser çi şitêke îstîfta deka
têdega bo lerz û ta, ’ennabî lêwî şafîye
boye lêwî xoy gezîwe dest û pencey wa deka
çûme kin new’î etîbba bo ’îlacî lerz û ta
cumle fermûyan ke her ’ennabe def’î ta deka
şew be hêwaşî witî: megrî be daym aşkar
îş û karî ’aşiqî lazim be îstîxfa deka
sed fîẍanim kird û lêy pařamewe sûdî nebû
werne seyrî cewrî em sułtane îstîẍna deka
şerq û ẍerbî îstîla kird û nema new’î beşer
zahîren ’ezmî girûhî ’alemî bała deka
sabîrîPen name kêye le beḧsî xet û xałî dem bida?
carcarê şîbhî şane zulfekey tata deka