çi xoşe ke řuxsarî canan xudaya

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  647 views
çi xoşe ke řuxsarî canan xudaya
bibînim fîda kem dił û can xudaya
çi şîrîne xesrew be çawanî piř xew
nezer ka le řařew, le derban xudaya
ẍerîb û geda bim ẍerîqî beła bim
newa lew cuda bim be giryan xudaya
birîndarî tîrim, perîşan zemîrim
dewakey nefîrim, be îḧsan xudaya
lîbasêkî çake ke xurşîdî ḧusinit
be sabîr nîşan dey zimistan xudaya
ketanî wicûdim be bedrî cemałî
ke sûta bisûtê hemîsan xudaya
birînim besoye, penahim be toye
le çawî nexoşî firoşan xudaye
ke yar hat leser xoy, minîş çûm leser xom
çu şebnem be xurşîdî taban xudaya
nemawe sebûrîm, perêşanî dûrîm
kerem key şîfaye, be qur’an xudaya
le nałînî sabîrPen name çi cayî ḧekîman
çi bû wa cîhanî xiroşan xudaya
witî dîm le şewda, şîfakem le xewda
nekey yarî sabîr peşîman xudaya