43

setrenc bazya memê û mîre bi şertê dilxiwaz, vedana damê tezwîre ji bo keşfê raz
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 5 minutes  858 views
salarê mewakbê kewakib
serdarê tewal’ û ẍewarb
sultanê serîrê çerxê rabi’
weqtê wekû bû ji şerqê tal’
şetrencyê mah û cundê exter
balcimlihArabic li ser bisatê exzer
şehmat kirin bi bendeqa nûr
te digo hemî bûn di toř ê mestûr
mîrê ku ji ẍîretê dil efgar
şêrê ji ḧemîyetê birîndar
ḧetta sube xew nehate çavan
sakin nedbû ji řengê avan
řo jê ku ji meşirqê numa nûr
afaq kirin ji zulmetê dûr
mîr řabû û hate şehnişînê
nêzîkî serayê nazenînê
řûnişt û we gote pîşekaran:
hûn gazî bikin nedîm û yaran
tenha ji me řa memê bixûnin
tacdînî di gel bira mexûnin
îro li memê ezê ẍezeb kim
sûçek wî heye e dê edeb kim
nabit ku ji min bibin di ẍafil
balcimlihArabic bi emrê min di ’acil
jew paşî şihande nik xwe mem xwend
ḧazir kirbûn gulab û gulqend
ew çend şerab û qend û şekker
ew çend gulab û misk û ’enber
înan û di meclisê geřandin
keyfê di xwe ser bi ser gihandin
encamê tekellum û xeberdan
kêşa ku bi satrenc û nerdan
mîr gote memê bi kîn û kerbe:
îro me di gel te ceng û ḧerbe
řabe ji me řa were muqabil
bê şek bi te řa ezim mucadil
şertê me di gel te ey serefraz
herçî te di vê ji bo me dilxiwaz
lê mîr ji kuřan hebû cwanek
meḧbûbê zemane nuktedanek
yûsif ji melaḧeta wî meḧcûb
rustem ji şeca’eta wî meẍlûb
hem suḧbet û hemdemê memê bû
hemşahî û hemẍemê memê bû
serdarê kuřan bi navê gurgîn
fî alḧalArabicy xeber gihande tacdîn
ew betil ku bû ji ḧalî waqif
řabûn bi wî řa çeko û ’arf
şêran veřsand qeyd û zincîr
her sê bi tebayî çûne nik mîr
tacdîn ku di gel biran bi meş hat
ke’beyn ji bo memê du şeş hat
fîl û rex û kerkedan ku hatin
dîn mîr û mu’ellimê xwe matin
zanîn ku memo bi bend û baze
mîr gote memê: du destê taze
sê dest birin ji mîr temamî
mufisd fikirî ji wî meqamî
zîn dî ku li pencerê dyare
mihre li mehê diket nezare
bedxiwahî binê çi ḧîle řakir
ev řenge behaneyek eda kir
go: bend û leyîz wicih bi dorin
hûn herdu cihan bi hev bigořn
mem dê bibtin vê carê meẍlûb
ḧasil bibtin ji bo te metlûb
mîr řabû û çû cihê memê jar
mem hate cihê ji pêşve dildar
çavê di memê ku dîn ruxê zîn
mifit dane ji dest xwe fîl û ferzîn
dil maye li pencer û şibakan
hespê xwe dida cihê peyakan
mîr bir ji memê temam şeş dest
mem bû ji meya ji pêşve sermest
mîr gote memê: me bir xwe dilxiwaz
wî go ku bibê çye te daxwaz?
mîr go: me ẍerez ne kesbê male
meqsûd ji tey me keşfê ḧale
metlûb ji le’b û bend û bazan
qet nîne bi ẍeyrî keşfê razan
şertê min ewe bikî tu iqrar
kanê di dinê kye te dildar
herçî perya te dil li bale
ḧûrî sifetek melek misale
ger la’qî te ewê bibînim
malî bidim ez ji bo te bînim
saḧb ẍerezî di weqtê furset
te’na xwe ji řengê def’ê tuhmet
go: min dye ya memê ḧebandî
kîjek ’erebane lêv deqandî
ser ta bi qedem řeşe wekî qîr
ne la’qî beḧis û xwestina mîr!
te’nê di memê we řeng eser kir
yek car ji ’eqlî bê xeber kir
beḧra dilê perde lê bi cûş hat
nakam bi gazî û xurûş hat
go: qet ne weye wekî wî gotî
mîrim perya dilê m sotî
şehzadeye şehnişîn mekane
’enqaye bilinde aşyane
mîranye ew ji nesla pake
nûranye ew ne ab û xake
serdefterê ḧûr û nazenîne
her çend melek bi navê zîne
mîr ev xebera xilafê heybet
gava ku bihîst hate ẍîret
wî gote qebîleya ẍulaman:
hûn bo çî gelî nemek ḧeraman
vî nakesî nagirin bi zillet
da ez biku jim ewî bi ’ibret
řabûne memê du sed ẍezenfer
mem řabûye p ê bi di destî xencer
tacdîn û çeko di gel birayî
řabûn bi te’essub û tebayî
gotin: gelî cundyan vewestin
hûn cumle neserxiweş û nemestin
hûn qenc dizanin em kusanin
saḧb hunerîn û pehlewanin
pansed ji we ḧemle kin bi kerban
nadeyne we newbeta çu zerban
ger çi we ecel bi dest me nîne
emaArabic we gelek ji dest me dîne
ḧetta ku bikin memê giriftar
sê sed ji we dê bibin birîndar
ḧetta ne me her syan bi kerkin
hûn dê li memê kusa nezerkin?
herçî kirî ḧakmê me ferman
em nabne man’ê çu ḧukman
destê di me bestine li ber mîr
ha gerden û dest wipê û zincîr
mîr řabû û dest wip ê memê best
tacdîn mirna xwe wî demî xwest
emaArabic çibket ji bo ne ’are
cellad emîre xundikare
mem girt û şihande pêş serheng
go: ḧebis bikin di qulleya teng
dîwanî û meclisî belav bûn
balcimlihArabic ji bo memê di meḧzûn
dîwane sifet bi ah û feryad
hemyan dikirin ji bo memê dad